Dadgeha Dihokê li ser 8 kesên binçavkirî biryar da

8 kesên di xwepêşandana Dihokê de hatin binçavkirin, îro derketin pêşberî dadgehê. Dadgehê ji derveyî Mamosta Bedel Berwarî biryara berdana bi kefalet ji bo 7 kesan da.

Têkildarê mijarê Parêzerê kesên binçavkirî Rêvîng Yasîn agahî dan Rojnews’ê û got;

“Dadwer bi kefaleta her yek du milyon dînar, biryara berdana 7 kesan da.

Lê tenê biryara berdanê li ser Mamosta Bedel Berwarî nehat dayîn ku ew yek ji organîzatorên xwepêşandanê bû.

Bedel Berwarî şeva ji beriya lidarxistina xwepêşandanê ji aliyê hêzên asayîşê ve hatibû binçavkirin.

Têkildarê sedemê bernedana Bedel Berwarî jî Parêzer Rêvîng Yasîn got;

“Tenê ji ber mijarên siyasî Mamosta Bedel Berwarî nayê berdan.”

Li Dihokê di 16’ê Gulanê de ji aliyê koma ‘Kanî Paşkeft’ ve xwepêşandanek li dijî paşkeftina mûçeyên mamosta û karmendan pêk hat.

Hêzên leşkerî yê Dihokê êrîşî xwepêşandarankirin û zêdeyî 100 kes binçav kiribûn.

Back to top button