Li Iraqê di nava 24 saetên dawî de 153 kes bi vîrûsa Coronayê ketine, 45 kes baş bûne û 6 kes jî bi vîrûsê mirine.
Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê têkildarê daneyên dawî yên virûsê daxuyaniyek nivîskî belavkir.
Wezaretê diyar kir ku di 24 saetên dawî de li Iraqê 6 hezar û 151 test hatine kirin û 153 kesên bi Coronayê ketine hatine tomarkirin.
Wezaretê anî ziman ku 6 kesan ji ber vîrusa Coronayê jiyana xwe ji dest da, 45 kes jî baş bûne.
Di dawiyê hat destnîşankirin ku li Iraqê heta niha 3 hezar û 877 kes bi Coronayê ketine, ji wan 2 hezar û 483 kes baş bûne û 140 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.