Di encama gulebarana hêzên rejîma Îranê de 5 kolber birîndar bûn

Hêzên rejîma Îranê careke din êrîşî kolberan kirin û di encamê de 5 kolber birîndar bûn.

Li sînorê navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê di encama gulebarana hêzên rejîma Îranê de 5 kolber birîndar bûn.

Li gor nûçeya Kolbernews duh û îro di encama gulebarana hêzên rejîma Îranê de 5 kolber birîndar bûn.

Li gor nûçeyê duh li sînorê Newsûdî Hewraman 4 kolber ên bi navê Zekeriya yê xelkê Riwanser, Keyhan û Salar ên ji Ciwanro û Mihemed Emîn ê ji Serûawa di encama gulebaranê de birîndar bûn.

Her wiha li sînorê Bêtûş ê ser bi bajarê Serdeşt jî kolberê bi navê Mensûr di gulebarana hêzên rejîma Îranê de bi giranî birîndar bûye.

Back to top button