Dewleta Tirk a dagirker gundên Eyn Îsayê topbaran kirin

Artêşa Tirk a dagirker Gundê Hoşan û Xalikiyê yên Eyn Îsayê îro careke din topbaran kirin, di encamê de agir bi zeviyên şêniyan ket.
Her wiha dagirkeriyê ji aliyekî din ve 4 gundên din ên Girê Spî jî topbaran kirin û di encamê de agir bi zeviyên wan gundan jî ket.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Gundên Hoşan û Xalidiyê yên navçeya Eyn Îsayê topbaran kirin.

Her wiha îro careke dinê dewleta Tirk keda şêniyên herêmê li pêş çavên wan şewitand.

Dagirkeriyê agir berda zeviyên şêniyên gundê Temamê yê Eyn Îsa yê.

Her wiha artêşa dagirker gundewarên rojavayê Girê Spî topbaran kir û di encam de agir bi zeviyên çandiniyê ket.

Ji ber topbaranê agir bi zeviyên gundê Kopirlik, Qizelî, Şorbenîsk û Sarîncê ket.

Back to top button