Artêşa Niştimanî ya Lîbî, 2 dronên Tirkî ji ser Terhûnayê anîn xwarê

Fermandariya Giştî ya Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê îro vê sibê bang li şêniyên bajarokê Esabi’a kir ku divê hişyar bin û ji malên xwe dernekevin.

Fermandariyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku “hêzên wan rêze-êrîşên asmanî li ser kombûyînên çeteyên dewleta Tirk li bajarokê Esabia û derdora wê pêk tînin”.

Her wekî pergala asmanî navendên Wîfaqê li baregeha Wetiya jî kirin armanc.

Ev yek, di wextekî de tê ku çeteyan dîsa dest danî ser Esabia.

Duh êvarî jî, Artêşê xistina 2 dronên Tirkî ji ser bajarê Terhûnayê ragihand.

Li gorî çavkaniyeke leşkerî, herdu dronan hewl didan hinek deverên bajêr bikirina armanc.

Back to top button