PARTIYA KOMUNÎST A FRANSAYÊ: DIVÊ ROJAVA DI BIN SÎWANA NAVDEWLETÎ DE BÊ PARASTIN

Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) bi daxuyaniyekê bal kişand ser gefxwarinên dewleta tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî û diyar kir ku divê herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî bikeve bin sîwana parastinê ya navneteweyî.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

Li tevahî cîhanê kurd yekane hêz e ku şerê çeteyên DAIŞ’ê dike.

Ne pêkan e ku biryareke wiha bêyî danûstandinên bi Rûsya û fermandariyên leşkerî yên DYE’yê re hatibe girtin.

Fransa, Yekîtiya Ewropa û saziyên navdewletî, ji bo pêşî li sûcên nû yên şer bigirin divê tavilê bikevin nava liv û tevgerê.

Partiya Komunîst a Fransayê piştgiriyê dide Kurdên li Sûriyê.

Di dawiya daxuyaniyê de Partiya Komunîst bang li Fransayê diyar kir ku ji bo Rojava-Bakurê Sûrî li qada navdewletî were parastin û dawî li polîtîkayên ne-qanûnî yên dewleta Tirk bê anîn divê ev herêm bikeve bin sîwana parastinê ya navneteweyî.

Leave a Reply

Back to top button