Amerîka: Dibe Îran ji ber Coronayê ji Sûriyê vekişe

Birêveberiya Amerîkî dibêje, dibe ku Îran ji ber belavbûna vîrûsa Coronayê ji Sûriyê derkeve.. Şanderê Amerîkî yê taybet bi karûbarên Îranî Brian Hook diyar kir “gelek sedem hene ku aniha Îran ji Sûriyê vekişe”. 

Di hevdîtinekê de bi kovara Foreign Policy re, Hook ragihand ku “Amerîka dibîne êdî Îran bi awayekî tektîkî ji Sûriyê vedikişe”.

Hook got:

Vê dawiyê, em dibînin Tehran ji şerê bi wekalet ê li Rojhilata Navîn sar bûye, taybet piştî mirina zêdetirî 7 hezar kes ji ber Coronayê..

Ji aliyê xwe ve, berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Morgan Ortagus jî teqez kir ku “aniha gog di yarîgeha Îranê de û divê li ser maseya danûstandinan rûnê”

Ortagus her wiha anî ziman ku “armanc ji zextê ew e ku Îran weke dewleteke asayî tev bigire.

Back to top button