Li Başûrê Kurdistanê, piştî pêketina 431 kesî, herî dawî Wezareta Tenduristiyê ya Başûr ragihand ku li bajarê Silêmaniyê 5 kesên din jî bi vîrûsa Coronayê ketine.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî, li gorî daneyên hikûmetê, di nava 24 saetên dawî de 961 kes bi vîrûsê ketine û 27 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.
Ji aliyê xwe ve, Wezareta Tendurstiya Îranê jî da zanîn ku di nava 24 saetên borî de, 2 hezar û 392 kes nexweş ketine û 66 jî bûn qurbanên vîrûsê.