Belgeyên sîxuriya Tirkiyê li Awistralyayê hatin eşkerekirin

Yekem car û bi belge hat ragihandin ku Istixbarata Tirkiyê li Awistralyayê jî sîxuriyê dike. 

Navenda lêkolînan Nordic Monitor ragihand “wan belgeyên ku Istixbarata Tirkiyê li Awistralya bi karên sîxurî, komkirina agahiyan û çavdêriya nerewa rabûye, bi dest xistine”.

Di belgeyên bazderî de, hate eşkerekirin ku agahiyên istixbaratî ji Awistralayayê bo beşê dijî-teror ê girêdayî birêveberiya ewlehî ya Enqereyê dihatin şandin.

Li gorî Nordic Monitor, muxalifekî Tirkî li bajarê Sîdnî ji aliyê Istixbatara Tirkiyê ve hat armanckirin û ev yek weke karê yekem ê belgekirina sîxuriya Istxibaratê li welêt bi nav kir.

Dewleta Tirk ne tenê li hundirê Tirkiyê, belê li derveyî wê jî muxalefetê bêdeng dike û her zextên heyî li ser wan pêk tîne ku dihihêjin asta kuştinê.

Berî 5 rojan, heman navendê sîxurtiya Tirkiye li Almanyayê jî piştrast kir.

Back to top button