Bi Wêne..Çete dar û daristanên Efrînê dişewitînin

Li her devera ku destê wê dihêje û nagihêje, dewleta Tirk ter û hişkan dide ber xwe.. Li Efrîna dagirkirî, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dar û zeviyan dişewitînin. Herî dawî çeteyan zêdetirî 50 hêktar zeviyên Şehbayê jî şewitandin. Jixwe êrîşên xwe yên li ser sivîlan û revandina wan jî betal nakin.

Ji hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ti tişt nefilitî ye.

Di çarçoveya guhertina demografya herêmê de, çeteyên Tirk mal û milkên şêniyên resen dişewitînin..

Malpera Afrîn Post, ragihand ku çeteyên ‘El-Hemzet‘ ji 3 aliyan ve agir bi darên zeytûnê yên li gundê Kîmarê yê Şêrewa xistin.

Li gorî malperê, ev şewat ji ber gurbûna wê, gihîşt gundê Soxenekê..

17’ê Gulanê jî ji ber topabarana gundê Soxenekê û daristana wê, bi sedan dar hatin şewtandin.

Tevî topbaranê jî şêniyên gund agir vemirinandin.

Di heman rojê de. çeteyan agir bi zeviyê genim ê gundê Aqîbê xistin û bi temamî şewitandin.

Heman malperê, da zanîn ku çeteyan bêtirî 50 hêktar zeviyên ceh û genim ê gundê Hasiya û Hesecek yê Şehbayê ku koçberên Efrînê çandibûn, şewitandin.

Her û her çete êrîşî sivîlan dikin û wan direvînin

Li aliyê din, revand û êşkenceya sivîlan jî dawî lê nayê..

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê diyar kir ku çeteyên ‘Ehrar el- Şam’ êrîşî Hemûdê Selah Tobal ê ji gundê Basûtê yê Şêrewa kir û ew bi giranî êşkence kirin.

Rêxistinê da zanîn ku ji ber êşkenceyê, hate rakirin nexweşxaneyê.

Li navçeya Cindirêsê jî çeteyan êrîşî sivîlê bi navê Mistefa Şewket kir.

Her wiha li navçeya Cindirêsê jî rojnamevan Mehmûd Dîmeşqî bi buhaneya belavokeke torên civakî, ber bi cihekî ne diyar ve hate revandin.

Back to top button