Çeteyên DAIŞ’ê careke din êrîş bir ser gundê Um Hunte yê Xaneqînê

Careke din çeteyên DAIŞ’ê êrîşî gundê Um Hunte yê bajarokê Gulale yê Xaneqînê kir. Di encamê de leşkerekî Iraqî birîndar bû.

Rêveberê Asayîşa bajarokê Kukis Şemal Ebdulrehman der barê bûyerê de da xuyakirin ku çeteyan êrîşeke sekvanî li ser gund pêk anî, piştre şênî û leşkerên Iraqî bersiva wan da.

Li gorî agahiyên destpêkê, leşkerekî Iraqî birîndar bûye û heta niha aloziya wê deverê dewam e.

Şeva Çarşemê jî, çeteyan bi hawin û qernasan êrîşî heman gundî kiribû û zeviyên gundiyan şewitandin.

Back to top button