Li Amedê 8 siyasetmedar hatin binçavkirin

Tevî rewşa Corona û zehmetiyên ku cîhan tev tê re derbas dibe, AKP’ê tenê, bi zext, girtin û operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî Kurdan ve mijûl e. Li Amedê di operasyonekê de çalakvanên TJA û rêveberên Komeleya Jinan a Rosa jî di nav de, gelek siyasetmedar hatin binçavkirin.

Bi biryarekê ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê, operasyonek berê sibehê pêk hat û polîsan li malan lêgerîn pêk anî.

Polîsan bi ser malên çalakvanên Tevgera Jinan a Azad (TJA), reveber û endamên Komeleya Jinan a Rosa û siyasetmedaran de girt û 4 ji wan binçav kirin.

Hevserokê Giştî yê (DBP) yê berê Mehmet Arslan û 3 siyasetmedar û endamên HDP’ê jî bi heman biryarê hatin binçavkirin.

Back to top button