Hêzên Hikûmeta Şamê başûrê Idlibê topbaran kirin

Şerê aliyan ê li Idlibê dewam dike. Hêzên Hikûmeta Şamê ku her roj agirbestê binpê dikin, dîsa herêmên Cebel El-Zawiye topbaran kirin. Hemwextî şerê li ser erdê, amadekariyên şerekî mezin li Idlibê ji aliyê dewleta Tirk ve tê kirin. Ji bo wê jî îro dewleta tirk karwanekî leşkerî ku ji zêdeyî 100 maşîneyan pêk tê, derbasî Idlibê kir. Şêniyên Derayê jî li dijî hebûna hêzên Îranî li Sûriyê, daketin kolanan.

 

Li Idlibê ku di 15’ê Adarê de agirbest hat raghandin, şerê di navbera aliyan de dewam dike.

Agirbesta ku Putin û Erdogan li ser lihev kiribû rojane tê binpêkirin.

Di roja 78’an a agirbestê de hêzên hikûmeta Şamê careke din gundên Sifohin û El-Fetîra ên Cebel El-Zawiye, topbaran kirin.

Her wiha duh jî li tevahiya eniya başûrê Idlibê, topbaran hebû.

Dewleta Tirk 100 maşîneyên din derbasî Idlibê kir

Li aliyê din dewleta Tirk a dagirker ku aliyekî agirbestê ye, komkirina hêzê û amadekariya şerekî mezin li Idlibê didomîne.

Li gorî çavdêriya Sûrî ya mafê mirovan, dewleta tirk a dagirker îro karwanekî din ê leşkerî di deriyê Kefer Losîn re derbasî Idilibê kir.

Karwanê ku ji derdora 100 tank û panzêran pêk dihat, berê xwe da noqteyên çavdêriyê yên dewleta tirk ên li Idlibê.

Bi vê yekê re jî jimara maşîneyên leşkerî yên dewleta Tirk ku piştî raghandina agirbestê derbasî Idlibê bûne, gihaşt 3 hezar û 380 maşîneyan.

Her wiha bi hezaran leşkerên xwe jî li wir bicih kirine.

Şêniyên dera li dijî Îranê xwepêşandan li dar xistin

Aloziya Dera ya ji ber komkirina hêzê ji aliyê hêzên hikûmeta Şamê ve dewam dike.

Girêdayî mijarê Çavdêriya Sûrî ya mafê mirovan raghand ku şêniyên Derayê li dijî hebûna Îranê ya li Sûriyê xwepêşandaneke li Dera El-Beled li dar xistin.

Xwepêşandêran xwestin ku Îran û Hizbûllah a Lubanî ji Sûriyê derkevin.

Her wiha teqez kirin ku ew şer naxwazin, lê belê ew aştiyê dixwazin.

Amerîka: Dibe Îran ji ber Coronayê ji Sûriyê vekişe

Derbarê hebûna Îranê a li Sûriyê jî, Birêveberiya Amerîkî idia dike ku Îran ji ber belavbûna vîrûsa Coronayê dibe ku ji Sûriyê derkeve..

Şanderê Amerîkî yê taybet bi karûbarên Îranê Brian Hook jî diyar kir ku “gelek sedem hene ku aniha Îran ji Sûriyê vekişe”.

Di hevdîtineke bi kovara Foreign Policy re, Hook ragihand ku “Amerîka dibîne êdî Îran bi awayekî tektîkî ji Sûriyê vedikişe”.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Morgan Ortagus jî teqez kir ku “aniha gog di yarîgeha Îranê de ye û divê li ser maseya danûstandinan rûnê”

Back to top button