Artêşa Lîbî, 2 dronên Tirkî ji ser Terhûnayê anîn xwarê

Fermandariya Giştî ya Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê bang li şêniyên bajarokê Esabi’a kir ku hişyar bin û ji malên xwe dernekevin. Şandeya NeteweyênYekbûyî (NY) ya piştevaniya Lîbyayê jî banga agirbestê li aliyên şer ên li Lîbyayê kir.

Alozî û şerê li Lîbyayê dewam dike

Fermandariya Giştî ya Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê derbarê rewşê de, daxuyaniyek da.

Fermandariyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku “hêzên wan rêze-êrîşên asmanî li ser kombûyînên çeteyên dewleta Tirk li bajarokê Esabia û derdora wê pêk tînin”.

Pergala asmanî navendên çeteyên hikumeta Wîfaq a ixwana Mislimîn ên li baregeha Wetiya kirin hedef.

Ev yek, di wextekî de tê ku çeteyan dîsa dest danî ser Esabia.

Duh êvarî jî, Artêşê xistina 2 dronên dewleta Tirk ji ser bajarê Terhûnayê ragihand.

Li gorî çavkaniyeke leşkerî, herdu dronan hewl didan êrîşî hinek deverên bajar bikin.

“NY” Banga rawestandina şerê li Lîbyayê kir

Şandeya NeteweyênYekbûyî (NY) ya piştevaniya Lîbyayê têkildarî pêkanîna kiryarên tolhildanê ji hêla hêzên hikumeta Wifaq a Ixwana Mislimîn ve li bajarê Terhûna hişyarî da û metirsiya xwe der barê amadekiriyên leşkerî li derdora bajêr anî ziman.

Şandeya NY’yê hişyarî da û bi bîr xist ku tevahî alî divê li gorî qanûna mafên mirovan a navneteweyî tev bigerin.

Her wiha hemû alî hişyar kirin ku ji rêgezên cezayên bêserûber ên derqanûnî dernekevin, ti karên dizî, şewitandin û kuştinê nekin.

Şandeya NY’yê ya piştevaniya Lîbyayê banga agirbestê li aliyan kir û got divê aştî bi ser bikeve.

Back to top button