HPG: Li Çelê 2 leşkerên dewleta Tirk a dagirer hatin kuştin

Di çalakiyên HPG’ê yên li dijî dagirkeriya dewleta tirk yên li Çelê ya Colemêrgê de leşkerên dewleta dagirker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrîşên dewleta tirk a dagirker daxuyaniyek nivîskî weşand.

Li gorî daxuyaniyê;

21’ê Gulanê gerîlayan li qada Girê Ser Zêr ya herêma Çelê ya Colemêrgê li dijî yekîneyek a artêşa dewleta tirk a dagirker çalakiyeke sabotajê pêk anîn û leşkerek hat kuştin.

22’yê Gulanê gerîlayan li dijî leşkerên li Girê Stûna a Çelê çalakiyeke ya sekvaniyê pêk anîn û leşkerek hate kuştin.

HPG’ê dazanîn ku di encama şerê 13 û 15’ê Gulanê de 4 gerîla li herêma Besta ya Şirnexê şehîd bûne.

Back to top button