Dewleta Tirk piştî Sûrî, Iraq û Lîbya, xaka Yûnanîstanê dagir kir’

Hêzên dewleta Tirk a dagirker, piştî Sûrî, Iraq û Lîbya vê carê xaka Yûnanîstanê dagir kir.

Rojnameya “The Sun” a brîtanî li ser zimanê çavkaniyên Yewnanistanê diyar kir ku 35 leşkerên dewleta Tirk derbasî herêma deşta Fîdiyê ya bi rûbera 1,6 hêktar a li ser kevndava rojhilat a çema Evrosê bûn.

Hêzên taybet û bejahî baregehek li wir ava kir û ala Tirkiyê hilda û daxwazên Yewnanistanê yên vekişînê red kirin.

Rojnameya “Cathymerinî” ya Yewnanistanî jî di vê hefteyê de daxuyand ku polîsên Tirkiyê di van hefteyên dawîn de ji herêmê neçûne û kedên xizmetguzarî yên erdnîgariya artêşa Yewnanistanê yên berfirehkirina têlên sînor asteng dikin.

Mijarên Girêdayi

Back to top button
Close
Close