Li Pakistanê Balafireke ku 107 kes têde bûn kete xwarê

Balafirek rêwiyan ya Pakistanê ku 107 kes têde bûn, li bajarê Karaçiyê kete xwarê.

Balafirek rêwiyan ya Pakistanê ku ji Lahor diçû Karaciyê, li taxek Karaçiyê kete xwarê.

Li gorî agahiyan di balafirê de 99 rêwî û 8 karmend hebûn.

Tê texmînkirin ku hejmara qurbaniyan zêde be.

Hate zanîn ku di dema hewldana balafirê ya daketinê de dûmaneke reş jê rabû.

Artêşa Pakistanê, tîmên rizgarkirinê şandine herêmê û dest bi lêgerînê kirine.

Back to top button