Tenduristiya hikûmeta Şamê: Kesekî din bi Coronayê mir

Wezareta Tenduristiya ya hikûmeta Şamê ragihand ku kesekî din ji ber vîrûsa Coronayê li Sûriyê jiyana xwe ji dest da û rewşeke nû jî bi vîrûsê hate tomarkirin.

Îro Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Şamê ragihand ku kesekî din ji ber vîrûsa Corona jiyana xwe ji dest da.

Her wiha heman Wezaretê ragihand ku rewşeke din jî bi vîrûsê hate tomarkirin.

Wezaretê teqez kir ku ev kesê ku bi vîrûsê mir ji Kiwêtê hatibû.

Heya niha li herêmên hikûmeta Şamê 59 kes bi vîrûsê ketine, ji wan 37 kes baş bûne û 4 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî berpirsên Wezaretê jî her 6 rewşên dawî ku bi Coronayê ketine ji derveyî welêt hatine û ji destpêka mehê ve ti rewşên nû yên bi vîrûsê, di welêt de nehatine tomarkirin.

Back to top button