Parlamentoya Erebî banga qedexekirina şandina çeteyan ji bo Lîbyayê kir

Serokê Parlamantoya Erebî Mişel Bin Fehm El-Sulemî ji bo rawestandina şerê Lîbyayê nameyek ji NY û Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî şand. 

Mişel Bin Fehm El-Sulemî di nameyê de bang hêzên navborî kir ku bi awayeke lez şerê li Lîbyayê û destwerdanê derve rawestînin û şandina çek û çeteyên biyanî qedexe bikin.

El-Sulemî dide xuyakirin ku divê hemû aliyên bi nakok ji bo rawestandina şer were neçarkirin û sîvîl were parastin.

Ji bo domdandina pêvajoya aştiyê ya bi sponseriya NY’yê atmosfêreke guncaw were avakirin.

Mişel Bin Fehm El-Suelmî dazanîn ku ji ber şer, dorpêç û vîrûsa coronayê li Lîbyayê rewşa mirovî gelek zehmet bû ye.

Serokê Parlamantoya Erebî destnîşan kir ku taybet divê di cejna remezanê de li Lîbyayê rijandina xwînê were rawestandin.

Dewleta Tirk şandina çeteyên Sûrî ji bo Lîbyayê didomîne da ku li kêleka hikûmeta Wîfaqê ya bi serkêşiya Fayiz El-Serac şer bikin.

Back to top button