Besê Erzîncan: Êrîşa li dijî gorên şehîdan ne ji rêzê ye

Endama koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan beşdarî bernameya taybet a Stêrk TV bû û mijarên di rojevê de nirxand.

Besê Erzîncan diyar kir ku êrîşên li dijî gorên şehîdan ne ji rêzê ye, dixwazin hebûna gelê kurd tune bikin. Her wiha Besê got:

Pêwîste jin serkêşiya avakirina yekîtiya neteweyî bikin, têkoşîna xwe jî li dijî her êrîşan geştir bike.

Endama koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan, beşdarî bernameya taybet a Stêrk TV bû û mijarên di rojevê de nirxandin.

Besê Erzîncan, bi boneya meha şehîdan a Gulanê di şexsê Şehîd Mizgîn û Şêrîn ElemHulî de tevahî şehîdên jin bibîr anî.

Endama koordînasyona KJK’ê êrîşên dewleta Tirk li ser gorên şehîdan bi bîr xist û da zanîn ku ji destpêka avabûna komara dewleta Tirk û heya niha ev polîtîka berdewam e û ji 2013’an û şûn ve girantir kir.

Besê Erzîncan got:

Ev ne erîşeke ji rêzê ye, dixwazin bi vê êrîşan gelê kurd tune bikin, lê çiqas êrîş dijwar bin jî wê berxwedana dayikan bilindtir bibe.

Besê Erzîncan: Pêwîste jin pêşengtiya avakirina yekîtiya neteweyî bikin

Her wiha Besê Erzîncan îşaret bi aloziya li Zînî Wertê û êrîşên li dijî Mexmûrê jî kir û destnîşan kir ku li ser Kurdan planeke nû dixwazin pêk bînin û dewleta Tirk bi hêz bikin.

Besê Erzîncan anî ziman ku di vê pêvajoyê de rola herî girîng dikeve ser milê jinan ku pêwîste pêşengtiyê ji yekîtiya neteweyî re bikin.

Jinên ku di nava YNK’ê, PDK’ê û Goran re kar dikin, pêwîst e tevahî dest bidin hev û ji bo yekîtiya gelê Kurd têbikoşin.

Besê Erzîncan: Li dijî tundiyê, têkoşîna bi zanebûn pêwîst e

Besê Erzîncan di dawiyê de ragihand ku di pêvajoya belavbûna Vîrûsa Corona de, tundiya li dijî jinan zêdetir bû. Lewra ji bo têkoşînê zanebûn pewîst e, zanebûn jî bi perwerdekirinê pêk ane.

Endama koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan teqez kir ku ewê têkoşîna xwe geştir bikin, îddîaya me yê azadiya mezin e û em ê bi ser bikevin.

Back to top button