Ciwanên Silêmaniyê li Baxê Giştî çalakiyek li dar xist

Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk, tecrêda li ser Rêber Ocalan û êrîşên li hemberî gorên şehîdan ên li Bakurê Kurdistanê, Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên parêzgeha Silêmaniyê, çalakiyek li Baxê Giştî li dar xist.

Ciwanan di çalakiyê de pankarta, ‘Êrîşa li ser goristanên Şehîdan berdewama tecrîda li ser Rêber Apo ye’, wêneyên Şehîdên meha Gulanê, al û wêneyên Rêber Ocalan, hildan.

Ciwanan di dawiya çalakiyê de bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew ê bi her awayî û li her derê dengê xwe li dijî êrîşên dagirkeriyê, bilind bikin.

Back to top button