Li Pakistanê 97 kes mirin û tenê 2 kes bi saxî filitîn

Wezareta Tenduristiyê ya Pakistanê ragihand, ku jimara qurbanên balafira ku duh li ser xaka wê ketibû xwarê gihaşt 97’an û tenê 2 kes ji mirinê filitîne.

Balafira Air Bas A 320 duh li nêzî bajarê Keratşî, ji ber pirsgirêkeke teknîkî ket xwarê.

Artêşa Pakistanê ragihand ku ji bo alîkariyê, wan yekîneyên destwerdana lezgîn şandin cihê bûyerê û teqez kir ku 80 term ji balafirê hatin derxistin.

Li gorî berdevkê xetên esmanî yên Pakistanê, 91 geştiyar û 7 ekîb li ser pişta balafirê bûn.

Li gorî tomareke deng ku li ser torên medyayî hat belavkirin, kapîtanê balafirê di pêwendiya xwe ya dawî de dibêje ku pirsgirêkeke teknîkî di balafirê de çêbûye.

Li gorî Wezîrê hindirîn ê Pakistanê jî, kapîtanê balafirê berî ku banga hawarî bide gotibû ku cenetorekî balafirê ji kar derketiye.

Back to top button