Çeteyekî DAIŞ’ê ku qaşo di meclisa Efrînê de cih digirt, hat kuştin

Balefireke bê mirov a Koalîsyonê, serçeteyekî DAIŞ’ê ku qaşo di meclisa herêmî ya Efrînê de cih digirt, kuşt.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku balefireke bê mirov a Koalîsyonê, erebeyeke çeteyên DAIŞ’ê ku ji Efrînê ber bi Îdlibê ve diçû, li ser riya gundê Îska yê Şêrewayê kir armanc.

Rêxistinê da zanîn ku di encamê de 3 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Li gor rêxistinê, yek ji wan xetertirîn serçeteyên DAIŞ’ê bû ku qaşo di meclisa herêmî ya dewleta Tirk ya Efrînê de cih digirt.

Ev çeteyê bi navê Ebdil Rezaq bi nasnav Ebû Zakî Tîban cihekî girîng di nava DAIŞ’ê de girtibû.

Ev çete piştî ku QSD’ê hebûna wan li Dêra Zorê têk bir, ber bi herêmên ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagirkirin reviyane.

Bi destê vî çeteyî gelek komkûjiyên meydanî pêk hatine.

Li gor wê jî weke belge, hebûna DAIŞ’ê bi hevkariya Tirkiyê li Efrînê, bi zelalî eşkere dibe.

Back to top button