Hejmara rewşên bi vîrûsê li herêmên hikumeta Şamê bû 70 rewş

Weke hejmareke herî bilind li Sûriyê ku di 24 saetan de tê ragihand, hikumeta Şamê ragihand ku 11 kesên din li Sûriyê bi vîrûsa Coronayê ketin.

Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê diyar kir ku li herêmên wê, 11 rewşên din ên bi vîrûsa Cornayê hatin tomarkirin.

Bi vê yekê hejmara kesên bi vîrûsê li herêmê hikumeta Şamê derkete 70 kesî.

Heta niha 4 kesan jiiyana xwe ji dest daye.

Her wiha 37 kes jî rehet bûne.

Duh jî heman wezaretê mirina kesekî û pêketina kesekî din ragihandibû.

Li gorî heman wezaretê 12 kesên vê dawiyê ku bi vîrûsê ketine ji welatê Kiwêtê hatibûn Sûriyê.

Back to top button