Zeviyên gundên Til Temir hatin şewtandin

Di wextekê de ku şêniyên herêmê amadekariyê cejnê dikin, dewleta Tirk agir berdide zeviyan. Vê carê dewleta dagirker agir berda gundê Rîhaniyê, Qasimiyê û Um El-kêf ên Til Temirê.

Li aliyekî din jî doh dema ku erebeya agirkujiyê xwest agirê li gundê Serzorî yê Kobanê vemrîne, ji aliyê artêşa dewleta dagirker ve hat gulebaran kirin. Li Şêrewa ya Efrînê jî dema şêniyan xwest agir vemirînin leşkerên dewleta tirk ew topbaran kirin û ciwanekî 22 salî kuştin.

Kirnên dewleta Tirk a dagirker li dijî quta şêniyên li ser sînorê Sûriye-Tirkiyê dewam dikin.

Îro dîsa artêşa dewleta dagirker agir bi zeviyên gundên Til Temirê xist.

Agir bi zeviyên gundê, Rîhaniyê, Qasimiyê û Um El-kêf hat xistin.

Ji ber hedefgirtina artêşa dewleta Tirk ji kesên ku nêzî agir dibin, agir nehat vemirandin.

Li Kobanê dewleta Tirk gule li tîma agirkujê barand

Li gel vê yekê artêşa Tirk di van demên dawîn de erebeyên agirkujiyê jî hedef digire û nehêle şewatan vemirînin.

Doh artêşa dagirker agir berda zeviyên çandiniyê yên gundê Serzorî yê rojhilatê bajarê Kobanê.

Ji bo ku agir neyê vemirandin, artêşa dewleta Tirk bi guleyan erebeyên agirkujiyê hedef girtin.

Di encamê de tîma agirkujiyê neçar ma vekişe.

Bi wê re jî, şewatê rûbereke mezin ji zeviyên çandiniyê yên li herêmê dan ber xwe.

Ya baş ewbû tiştek bi tîmên agirkujiyê nehat.

Dewleta Tirk ciwanê ku agirê zeviyan vedimirirand, kuşt

Doh jî dewleta Tirk bi topbarana xwe agir bi zeviyên gundên Şêrawa ya Efîrnê xist.

Dema ku şêniyan destê xwe li rewşê werdan, ew gulebaran kir û ciwanê bi navê Silêman Cemîl Ibrahîm ê 22 kuşt.

Bavê Silêman jî dibêje ku, Dewleta Tirk bi şewtandina zeviyan dixwaze şêniyan birçî bike..

Back to top button