Rêveberiya Xweser cejna Remezanê pîroz kir

Rêveberiya Xweser û Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê bi peyaman cejna Remezanê pîroz kirin.

Rêveberiyê cejna Remezanê li cîhana îslamî, gelên Sûriyê û malbatên şehîdan pîroz kir.

Her wiha hêvî kir ku tevahiya gelê Sûriyê cejna xwe bi aramî û aştî pîroz bike.

Rêveberiya Xweser her wiha ragihand ku ji roja Yekşemê heta Sêşemê ji bo hemû saziyên wê betlane ye.

Tenî aliyên ku nabe karên wan were rawestandin ji wan re ev biryar ne derbasdare.

Bi heman armancê Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê jî peyamek da û cejin li gelê Sûrî, Civaka Isalmî û malbatên Şehîdan pîroz kir.

MSD’ê hêvî kir ku ev cejin bibe destpêka bidawîbûna vîrûsa Coronayê û vegera jiyana normal li cîhanê.

Back to top button