Hefter: Em ê şer dewam bikin heta “Mêtingeran” vala vegerînin

Fermandarê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Xelîfe Hefter hikûmeta Wîfaqê bi xayîn û firotina Lîbyayê ji bo mêtingeran tewanbar kir.

Fermandarê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Xelîfe Hefter bi riya dengekî qeydekirî diyar kir ku wê şer dewam bikin heta “Mêtingeran” vala vegerînin.

Xelîfe Hefter anî ziman ku Tirkiyê dixwaze Lîbyayê vegerîne împratoriyeke “Paşketî”.

Xelîfe Hefter Cejna Remezanê li leşkerên xwe dike û dibêje: “Her tirkek ku lingê xwe xistiye vî welatî, her çeteyek ku kêm aqilê Tirkiyê ew şandine û her xayînek wê bibe hedefa projeya me ya parastinê.

Back to top button