KARASÛ: TIRKIYÊ NIKARE ME DERXÎNE Û NE JÎ DIKARE BI ME

Endamê Desteya Rêveber ê Koma Civakên Kurdistanê KCK’ê Mûstafa Karasû têkildarî rewşa dawî ya bakurê Kurdistanê û rojevên heyî ji rojnameya Le Temps a Swîsreyî re axivî.

Mustafa Karasû diyar kir ku dagirkeriya Tirkiyê bi hêza gel û civakê nikare û wiha got:

“Dewlet Tirk nikare me ji herêmên me derxîne û ne jî bi hêza me dikare.”

Endamê Desteya Rêveber ê Koma Civakên Kurdistanê KCK’ê Mûstafa Karasû ji rojnameya Le Temps a Swîsreyî re axivî

Karasû destpêkê bi bîr xist ku nêzî 20 baregehên artêşa Tirk li nava xaka Iraqê hene û got:

” Me dişopînin, lê nikarin kontrol bikin. Em gelekî bi tevger in û me li dijî vê yekê taktîk afirand.”

Mustefa Karasû dest nîşan kir ku ya girîng wê kengî Tirkiyê êrîşî herêmên me bike û wiha domand:

“Lê Tirkiyê ne dikare me ji herêmên me derxîne, ne jî dikarin bi me.

EMERÎKA ŞAŞ KIRIYE, TIRKIYÊ GEFÊ LI ARAMIYA HERÊMÊ DIXWE

Karasû îşaret bi biryara Emerîka li dijî hersê pêşengên PKK’ê jî kir û got:

Mesaja Washîngtonê du alî ye. Ji aliyekî ve temînatê dide Tirkiyê, hewl dide bêhnê bîne ber.

Aliyê din jî ji bo karibe operasyoneke mezin a leşkerî pêk bîne, serbestiya operasyonê dide.”

Karasû diyar kir dewleta herî xeternek li ser ewlehiya Rojhilata Navîn û Cîhanê dewleta Tirk e.

NE JI ME BA WÊ HEWLÊR KETIBA BIN KONTROLA DAIŞ’Ê

Endamê Desteya Rêveber ê Koma Civakên Kurdistanê KCK’ê Mûstafa Karasû axaftina xwe bi rojnameya Le Temps a Swîsreyî re weha bi dawî kir:

“Di çarçoveya têkoşîna dijî çeteyên DAIŞ’ê de em bi Emerîka re di nava koordînasyoneke yekser de ne.

Eger em nebûna, wê Hewlêr ketiba bin kontrola çeteyên DAÎŞ’ê.

Ne ji şervanên me be, cîhan nedikarî ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar bibe.”

Leave a Reply

Back to top button