Li Iraqê di nava 24 saetên dawî de 308 kes bi vîrûsa Coronayê ketine, 45 kes baş bûne û 6 kes jî bi vîrûsê mirine.
Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê têkildarê daneyên dawî yên virûsê daxuyaniyek nivîskî belavkir.
Wezaretê diyar kir ku di 24 saetên dawî de li Iraqê 6 hezar û 352 test hatine kirin û 308 kesên bi Coronayê ketine hatine tomarkirin.
Wezaretê anî ziman ku 5 kesan ji ber vîrusa Coronayê jiyana xwe ji dest da, 53 kes jî baş bûne.
Di dawiyê hat destnîşankirin ku li Iraqê heta niha 4 hezar û 272 kes bi Coronayê ketine, ji wan 2 hezar û 585 kes baş bûne û 152 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.