Bi wêne..Artêşa Lîbî: 12 çeteyên Sûrî li Başûrê Terablusê dîl hatin girtin

Fermandarê Giştî yê Artêşa Lîbyayê Xelîfe Hefter hişyarî da ku “çi kesekî Tirk an çeteyên ku dewleta Tirk ew şandine Lîbyayê, wê bibin armanca wan a rewa.” 

Odeya Ragihandina Şer a Artêşa Lîbî bi daxuyaniyekê dîlgirtina 12 çeteyên ku nasnameyên Sûrî hildigirtin, ragihand.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku “ev yek bi rêya kemîneke Artêşê ku li navenda Yermûkê ya leşkerî hatibû amadekirin, pêk hat”.

Her wiha hat ragihandin ku “di encama kemînê de, jimarek mezin a komên El-Heşd hatin kuştin û 12 çeteyên Sûrî yên alîgirên van koman, dîl hatin girtin.”

Heman çavkaniyê destnîşan kir ku îro jî li derdora bajarê Benî Welîd, Artêşa Lîbyayê droneke dewleta Tirk a cureyê Bêriqdar anî xwarê.

Back to top button