Li Amedê 12 siyasetmedarên Kurd hatin girtin

Rojên Cejnê jî, zextên wan ranawestin. Li gel hikumeta AKP’ê cejn tune ye ku dev ji kirin û zextên xwe berde. Li Amedê 12 kes bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatin girtin.

Li Amedê 22’ê Gulanê bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê rêveberên Komeleya Jinan a Rosa, çalakvanên Tevgera Jinên Azad, Dayîkên Aştiyê û rêveberên KCD; HDP û BDP’ê jî di nav de 18 kes hatin binçavkirin.

Ji kesen hatin binçavkirin, piştî li birêveberiya polîsan lêpirsîna wan hate kirin, bo dozgeriya Amedê hatin rêkirin.

Dadgehê ji 18 siyasetmedarên Kurd û çalakvanên jin ên hatin binçavkirin, 12 kes girtin û şandin girtîgehê.

Back to top button