Li gelek welatan cîhanê di nava rêkarên cuda de tê pîrozkirin 

Li gelek welatên cîhanê û di nava rêkarên cuda yên li dijî vîrûsa Coronayê de, cejna Remezanê tê pîrozkirin û Rêxistina Tenduristiya Cîhanî jî hişyariyê dide. 

Li gelek welatan, îro cejna Remezanê di roja xwe ya yekemîn de hat pêşwazîkirin.

Lê cejna îsal di nava hin rêkarên cuda de bi rê ve diçe.

Li piranya welatên ku îro cejn pîroz kiriye, ne şahiyên girseyî û ne jî nimêjin komî pêk hatin.

Lê li hin welatên din, bêyî pêkanîna rêkarên li dijî Coronayê, rêûresmên fermî yên cejnê çûn serî.

Di vê derbarê de, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî hişyarî da û teqez kir ku li gelek welatan rêkara dûrîhevketinê û nekombûyînê hat binpêkirin.

Rêxistinê destnîşan kir ku gavên bi vî awayî wê li dijî xebatên cîhanî yên li dijî vîrûsa Coronayê bibin gef.

Heta niha li tevahiya cîhanê hejmara kesên ku bi vîrûsa Coronayê ketine, 5 milyon derbas kir û yên jiyana xwe ji dest daye jî, bûn zêdetirî 342 hezarî.

Back to top button