Li Başûrê Kurdistanê cejn nehat pîrozkirin û kolan vala man

Li Bakur û Başûrê Kurdistanê roja yekemîn a cejna Remezanê di bin siya vîrûsa corona de hat derbaskirin. Li Hewlêr û Silêmaniyê kolan vala bûn û şêniyên Mexmûrê jî despêkê berê xwe dan goristanan. Her wiha li Bakurê Kurdistanê jî, hem kolan û hem jî goristan, vala man.

Cejna Remezanê her sal bi kêfxweşiyeke mezin dihat pîrozkirin û xelkê piştî serdana goristanan serdana hev dikir.

Lê îsal ji ber belavbûna vîrûsa corona û qedexeya derketina derve, li Bakur û Başûrê Kurdistanê piraniya xelkê deriyên malên xwe girtine û pêşwaziyê li mêvanan nakin.

Li gel ku nimêja cejnê li hinek mizgeftên Hewlêr û Silêmaniyê hate kirin, lê ji ber qedexeya hatinûçûnê koçe û kolanên herdu bajaran val man û xelkê weke her salê, cejn pîroz nekir.

Ji ber metirsiya vîrûsa corona û ji bo qelebalixî çênebe, Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Başûrê Kurdistanê ji bo sê rojên cejna remezanê qedexeya hatinûçûnê ragihandiye.

Ev kolanên ku her sal bi dengê kêfxweşiya zarokan dagirtî bû, îsal bêdeng û vala mane.

Her wiha ti kes neçû ser gorên zarokên xwe jî.

Li gorî salên borî îsal ti edetên cejnê pêk neanîne.

Şêniyên Mexmûrê serdana gorên Şehîdan kirin

Lê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî rewş hinekî cudatir bû.

Piştî nimêja cejnê, şêniyan serdana goristanên şehîdan kir.

Şêniyên Mexmûrê jî bi vê boneyê serdana goristana şehîdan kir.

Piştre jî derbasî Saziya Malbatên Şehîdan bûn û cejna hev pîroz kirin.

Her wiha zarok jî bi kêfxweşî li kolanan digeriyan, cejn li cîran û xizmên xwe pîroz dikirin û şekrok kom dikirin.

Li Bakurê Kurdistanê cejin nehat pîrozkirin û serdana goristanan nehat kirin

Li Bakurê Kurdistanê jî heman dîmenê mîna Başûrê Kurdistanê derket.

Bi nav cejn heye, lê belê ti adetên cejnê pêk nehatin.

Her sal êvara cejnê û serê sibeha cejnê gel bi girseyî diçûn goristanan.

Deshilata dewleta tirk îsal di pêvajoya cejnê de û ji ber vîrûsa corona, 4 roj qedexeya derketina kolanan îlan kir.

Ji ber qedexeyê ti kes nekarîbû biçe goristanan.

Bi taybet li Amed û Êlihê.

Dîmenê heyî bi xwe rewşa heyî radixe ber çavan.

Back to top button