18 siyastmedarên jin li Bakurê Kurdistanê hatin girtin

Operesyona qirkirina siyasî ya li dijî vîna gel û taybet a jinan li Bakurê Kurdistanê dewam dike. Duh di ser girtina malan de 18 jinên siyasetmedar hatin binçavkirin jê tenê 6 piştî îfadeyê hatin berdan.

Darbaya li dijî vîna jinan li Bakurê Kurdistanê dewam dike.

Duh, bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê, polîsan di ser-girtina malên siyasetmedar û aktîvîstên mafê jinan de 18 kes binçav kirin.

Piştî îfadeyên li Emniyeta Amedê siyasetmedar, birin Dadgeha Amedê û îfadeyên wan dîsa girtin.

Ji 18 siyasetmedaran 4 jin hatin berdan û yên din girtî man.

Dadgeha Cezayê Sulhê, Endama Damezrênera Komeleya Jinan a Rosayê Ayla Akad Ata, Aktîvîsta TJA’yê Zelal Bîlgîn, Endama Meclisa Şaredariya Yenîşehîtê Nevriye Çûr, Nazîre Tûr-sûn û endamê Meclisa Şaredariya Rezanê Huseyîn Harman bi şertê kontrola edlî berdan.

Her wiha Dadgeha Cezayê Sulhê jî derbarê Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Havva Kiran jî biryara girtina li malê da.

12 siyasetmedarên din jî hatin girtin.

Navê siyasetmedarên ku hatin girtin jî wiha ye:

“Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya,

Damezrînera komeleyê Narîn Gezgor,

Rêvebera komeleyê Fatma Gultekîn,

Aktîvîsta TJA’yê Gulcîhan Şîmşek,

Hevserokê Giştî yê Berê yê DBP’ê Mehmet Aslan,

Endama Lîjneya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê Ozlem Gunduz,

Hevseroka Rexistina HDP’ê ya Yenîşehîrê Remziye Sizici,

Endamê Meclîsa Şaredariya Baglarê Veysî Kûzû,

Gonul Aslan, Endama Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Sevîm Coşkûn,

Endamê HDP’ê Mehmet Alî Altinkaynak û siyasetmedarê kurd Celal Yoldaş.”

Back to top button