Li cîhanê cejna Remezanê di bin siya vîrûsê de pêk hat

Civaka Misilman li seranserê cîhanê jî roja yeke ya cejna remezanê pîroz kirin. Cejna ku di bin siyas tedbîrên li dijî vîrûsê de hat pîrozkirin, cudahiya xwe ji salên derbasbûyî pir hebû. Ji Parzemîna Asya, heta Afrîqa, ji wir jî heta Ewropa û Amarîka rewş heman bû.

Cejna Remezanê ya 2020’an dibe ku di dîroka civaka îslamê de yekem care ku bi rengek bi vî awayî tê pîrozkirin.

Piştî 30 roj ji meha remezanê, îro pîrozbahiyên cejnê bi pêkanîna nimêja sibehê ya cejnê re des pê kir.

Li Pakistanê di çarçoveya parastinên tedbîrên li dijî vîrûsa Corona de gel li mizgefta Hesen Ebdal kom bûn û nimêja xwe ya cejnê kirin.

Piştî nimêjê misilmanan dua kirin.

Bi sedan Efxanî tevî biryara hikumetê li herêma Cenalabad ya eyaleta Nangarhar kom bûn.

Li Endonezya ya dikeve bakur rojhilatê Asya jî heman dîmen hebû.

Bawermendên ola Îslamê li Bosna Hersek dawîbûna rojiya remezan û despêkirina cejna remezanê pîroz kirin.

Bawermend li misgefta Saraybosna kombûn.

Almanya ku dixwaze xwe ji vîrûsê biparêze di cejna remezanê de jî rê daku di çarçoveya tedbîrên li dijî vîrûsê de, cejin were pîrozkirin.

Li bajarê EssenAlmanya bawermend li leyîstgehekê kom bûn û nimêja cejna remezanê kirin.

Li qada Şehîdan ya Lîbya jî di çarçoveyên parastina li dijî vîrûsê de, vale ma.

Qada ku bi hezaran kes lê kom dibûn, vê carê malovaniya kevokan kir.

Back to top button