Ev 2 rojin artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê agir bi zadên gundewarên rojavayê navçeya Til Temrê dixînin.
Artêşa dagirker agir berda zeviyên gundên Erîşa, Dawidiyê, Sîbatiyê û Ezîziyê.
Her wiha zadên gundên Reyhaniyê, Qasimiyê û Um El-Kêf a başûrê bajarê jî hatin şewitandin.
Agir berbelav dibe û şêniyên gundê Til Tewîl ê başûrê rojavayê bajêr ditirsin ku agir bigihêje hilberînên wan.
Artêşa Tirk û çeteyên wê ji ber ku rasta rast êrîşî tîmên agirkujiyê dikin, agir bi lez belav dibe.