Li Sûriyê 16 kesê din bi vîrûsê ketin

Li Sûriyê 16 kesên din bi vîrûsa Coronayê ketin. Bi vî awayî jimara kesên ku li Sûriyê bi vîrusê ketine gihişt 86’an.

Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê ragihand ku 16 kesên din bi vîrûsa Coronayê ketine.

Bi vê re hejmara kesên ku li Sûriyê bi vîrûsê ketine gihaşt 86’an.

Wezaretê her wiha diyar kir ku ji kesên bi vîrusê ketine 4 kes baş bûn.

Hejmara kesên rewşa wan baş bûye bivî awayî gihişt 41’an û heta niha 4 kes jî mirine.

Back to top button