Almanya: Zêdeyî 100 Daişiyên pispor vegeriyane

Wezareta Derve ya Almanya ragihand ku ku ji hezar çeteyên DAIŞ`ê yên ku çûne Sûriyê û Iraqê, tenê derdora 100 çete vegeriyan û ew jî pispor in.

Wezareta Derve ya Almanyayê da zanîn ku ew çeteyên vegeriyane hemû pispor û perwerdekirî ne.

Berdevkekî Wezareta Hundirîn a Almanyayê anî ziman ku agahî li ber destê wan hene ku ew kesên vegeriyane Almanya, li Sûriyê û Iraqê beşdarî şer bûne.

Berdevk destnîşan kir ku ew kes hîna di lêpirsîna polîs û dozgeriyê de ne.

Di raporeke istixbaratî ya Almanya de hatibû gotin Almanya hîna di hedefa komên terorîst de ye, her wiha hatibû raghandin ku jimara endamên îxwanan li Berlînê jî zêde bûye.

Back to top button