Gerîlayên HPG û YJA Starê li Avaşîn, Xakurkê û Çelê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî kirin.
Di encamê de herî kêm 6 leşkerên artêşa tirk a dagirker hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand.
HPG’ê diyar kir ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî hatin lidarxistin
Di vê çarçoveyê de:
22`ê Gulanê gerîlayan li herêma Avaşîn li dijî leşkerên dagirker ên li ser girê Tepê Xwedê, rêzeçalakiyên sûîqestê li dar xistin û 2 leşker hatin kuştin.
Heman rojê di encama çalakiyên YJA Starê yên li herêmên Xakurkê de, 4 leşker hatin kuştin.
Artêşa dewleta tirk a dagirker herêmên Xakurkê, Gare, Zap û Metîna yên parastina mediya bombebaran kir.
HPG’ê da zanîn ku di van êrîşan de, tu zirar ne gihaye gerîlayan.