Ciwanekî Sûrî li Dîlokê, ji aliyê 3 kesan ve hat kuştin

Dijminatiya dewleta Tirk a dagirker li dijî penaberên Sûrî li Tirkiyê jî dewam dike, vê carê jî ciwanekî Sûrî li ser dest sê Tirkan hat kuştin. 

Ev dîmen awayê kuştina ciwanê Sûrî yê bi navê Ebu El-Fetah ê ku di kargeheke terziyê li bajarê Dîlokê de kar dikir, diyar dike.

23’ê Gulanê, penaber Ebu El-Fetah ê ku ji Dêra Zorê ye, dema ji karê xwe vedigeriya, 3 kesan êrîşî wî kir û hewl dan telefona wî bidizin.

Ebu El-Fetah, dema li ber xwe dide, ew kes jî li 3 cihan kêrê lê dixe, di enamê de jiyan xwe ji dest dide.

Jixwe, ev ne cara yekê ye ku dewleta Tirk dijminatiya xwe bi gelên Sûrî re nîşan dide, berî niha gelek penaberên Sûrî ji aliyê wê ve hatine kuştin.

Back to top button