Ev 2 roj in, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi top û êrîşan, zeviyên navçeya Til Temir û xeta Zirganê dane ber êgir û dişewitînin.
Duh, êvarî dîsan leşkerên artêşa dagirker zeviyên çandiniyê yên gundên Enîq El-Hewa û Til Mihemed ên başûr-rojavayê navçeya Zirganê dan ber êgir.
Dewleta Tirk, him zeviyan dişewitîne him şênî û tîmên agirkujê yên ku dixwazin agir vemirînin jî, gulebaran dike.
Li gundê Becdelî yê Şedadê şewat derket
Tîmên agirkujiyê û rewşên awarte bi desteka şêniyan agir vemirandin û nehiştin bighêje zeviyên nehatine çinîn.