Artêşa Niştimanî ya Lîbî: Di 72 saetan de, me 14 dronên Tirkî xistine

Tevî rojên cejnê û bangên agirbestê jî, lê şerê li Lîbyayê dewam dike û veguhastina dewleta Tirk ji çeteyên Sûrî bo Lîbyayê re jî didome.
Artêşa Nîştimanî jî ragihand ku wan çeteyekî tirsank ê DAIŞ’ê li eniyên Terablusê dîl girtiye. 

Artêşa Niştimanî ya Lîbî ragihand ku wan droneke Tirkî li bajarê Benî Welîd ê li rojavayê Lîbyayê, anî xwar.

Rêveberê perspektîva manewî yê Artêşa Niştimanî Xalid Mehcûb teqez kir ku, di 72 saetên dawî de, pergala parastina esmanî 14 dronên Tirkî anîne xwarê, çend êrîşên esmanî birin ser baregeha Mi’êtîqayê û çeteyên Wîfaqê bombebaran kirin.

Çavkaniyên Lîbî ragihandin ku Artêşa Niştimanî nuqteyeke çeteyan li gerînendeya ewlekariyê ya Xeryan غريان a li bakur-rojavayî welêt bombebaran kir.

Ehmed Mismarî girtina çeteyekê DAIŞ’ê li eniyên Terablusê ragihand

Hemwextî van êrîşan, berdevkê Artêşa Niştimanî Ehmed Mismarî, girtina tirsnaktirîn çeteyên DAIŞ’ê, ku bi rêya dewleta Tirk gihaştibû Lîbyayê, ragihand.

Mismarî eşkere kir ku yekîneyên erebî yên Lîbî, DAIŞiyê Sûrî Mihemed El-Riwêdanî ku bi navê Ebû Bekir El-Riwêdanî tê naskirin, li eniyên Terablusê dîl girt.

Berdevkê Artêşa Niştimanî destnîşan kir ku di dema girtina wî de, El-Riwêdanî di nav çeteyên Serac ku efserin Tirk serkêşiya wan dikin de şer dikir û ev yek jî wek nîşaneya têkiliya Erdogan bi DAIŞ’ê pênase kir.

Mismarî teqez kir ku Artêşa Niştimanî di nava 72 seatên dawî de, gelek serkeftin bidest xistine û agahiyên vekişîna wan dûrî rastiyê ne.

Çavdêriya Sûrî: 500 çeteyên Sûrî bi rêya 2 balafirên Tirkî gihaştin balafirgeha Misratayê

Girêdayî mijarê jî, Çavdêriya Sûrî ragihand ku di çend seatên dawî de, 500 çeteyên din ên Sûrî bi rêya 2 balafirên Tirkî gihaştin balafirgeha Misratayê.

Li gorî çavdêriyê, heta niha bêhtirî 10 hezar çete, ku piraniya wan Sûrî ne, tevlî şerê li Lîbyayê bûne.

Back to top button