
Li gel dorpûça aborî ya li ser herdu welatan, keştiyên Îranî yên ku 1,5 bermîlên petrolê hildigirtin, gihîştin Venezuelayê.
Serokkomarê Venezuelayê Nicolás Maduro diyar kir ku 5 keştiyên benzîn û berhemên çêkirina wê, Şemiyê derbasî ava herêmî ya welat bûn.
Maduro her wiha da xuyakirin ku têkiliyên wan û Îranê baş in û ew xwe ji Amerîkayê re natewînin.
Li gorî Televîzyona Venezuelî, 4 keştiyên din wê di rojên bê de bigihîjin welêt.
Mezintirîn petrola yedek li gel Venezuelayê heye, tevî vê yekê jî di çarçoveya siyasî de petrolê ji Îranê dikire.