CIVÎNA JI BO KOMÎTEYA DESTÛRÎ BI ENCAMEKE BINKETÎ BI DAWÎ BÛ

CIvîna derbarê komîteya destûra Sûrî ya li Cenevê ya bi serpereştiya Rûsya, Îran û Tirkiye bi encameke binketî bi dawî bû.

Têkildarî mijarê Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê Staffan De Mistura wiha got:

“Ji bo çêkirina komîteya destûrî hê pêwîstî bi xebateke maratonîk heye.”

“Ji bo çêkirina komîteya destûrî hê pêwîstî bi xebateke maratonîk heye.”

Ev daxuyaniya Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê Staffan De Mistura ya li ser çêkirina komîteya destûrê ye.

Duh li Cenevê navbera Rûsya, Îran û Tirkiye de bi amadebûna De Mistura civîna derbarê komîteya destûrê hat lidarxistin.

Lê civîn bi encameke binketî bi dawî bû..

Kongreya çapemeniyê ya hevbeş ku diviyabû piştî civînê bihata lidarxistin, pêk nehat û Wezîrên hersê dewletan daxuyaniyên kesî dan.

Ti lihevkirin ji civînê derneket û li ser mijara diyarkirina lîsteyan careke din nakokî derketin.

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî Staffan De Mistura dawiya civînê daxuyaniyek da û wiha got:

“Hersê dewletan li ser avakirina komîteya destûra Sûrî li hev nekirin.

Ez bawer im, hêjî pêwîstî bi xebateke maratonîk ji gihandina ittifaqekê heye.

Divê ev yek bi sponseriya Neteweyên Yekbûyî li Cenevê pêk were.”

De Mistura diyar kir ku ew ê encaman îro ragihîna Nûnerê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Gutteres û sibe jî ragihîna konseya Ewlekariyê.

Beriya civîna Cenevê jî Nûnerê Taybet ê Emerîkayê li Sûriyê James Jeffrey hevdîtineke bi telefonê bi nûnerên koma biçûk a aloziya Sûriyê re li dar xist.

Li gorî çavdêran; pêvjoya çêkirina komîteya destûrî ya bi serperştiya Rûsya, Îran û Tirkiyê bin ketiye û ev dosya êdî diçe Cenevê.

Plana Neteweyên Yekbûyî ew e, komîteya destûrê ji 150 kesî pêk were..

50 Nûnerên rejîma Sûrî, 50 yên opozisyonê û 50’yê din jî Neteweyên Yekbûyî diyar dike.

Ji van wê 15 kes bên derxistin û dest bi çêkirina destûra nû bikin.

Cotmeha derbasbûyî rejîma Sûrî lîseya civaka sivîl û pisporan a ku De Mistura pêşkêş kiribû, red kir.

Erka De Mistura dawiya vê mehê diqede û radestî Nûnerê nû Geir Pedersen dike.

Leave a Reply

Back to top button