Wezareta Tenduristiyê ya Şamê: 20 kesên din bi vîrûsê ketin

Tevî 16 rewşên duh li Sûrî hatin tomarkirin, îro Wezareta Tendurstiyê ya hikumeta Şamê ragihand ku 20 kesên din jî bi vîrûsa Coronayê ketine. 

Wezareta Tendurstiyê diyar kir ku, ev 20 kesên pêketî ji derveyî welêt derbasî Sûriyê bûn.

Li gorî wezaretê, 15 kes ji Kiwêt, 3 Sûdan, yek Rûsya û yek jî ji Îmaratê hatine.

Bi vê jimara mezin, kesên ku li Sûriyê heya niha bi vîrûsê ketine, gihaşt 106’an.

Her wiha jimara kesên rewşa wan baş bûye jî 41 e û ya miriyan bûye 4 kes.

Back to top button