Tulay Hatîmogûllari: Êşkenceyê li civakê dikin

Li dijî êrîşên dawî yên AKP’ê li ser cenaze û gortistanên gerîlayên HPG’ê, Parlamentera HDP’ê Tulay Hatîmogûllarî, nirxandin kir û weke “Îşkenceya li civakê bi nav kir. Li dijî heman kirin û zextan şêniyên wargeha Mexmûrê jî bertek nîşan da û ev kirin bi tundî şermezar kirin.

Alîkara Hevseroka Giştî Berpirsa Komîsyona Gel û Baweriyan a HDP Tulay Hatîmogûllari, êrîşên li dijî goristan û cenazeyan nirxandin û bal kişand ser têkoşîna hevpar a li dijî polîtîkayên zextan ên desthilatdariyê.

Hatîmogûllari, diyar kir ku AKP’ê di pêvajoya vîrûsa koronayê de zextên xwe zêdetir kirin û got:

Êrîşên li ser goristanan, dûrî nirxên mirovana, yên li miriyên kurdan vê dikin, gelo wê çi li saxan nekin?

Êrîşên li dijî goristanan, îşkenceya civakî û jêbirina hafizeya gele.

Gelê kurd li gel van hemû êrîşan jî tu carî dest ji têkoşîna xwe berneda û gav paşve ne avêt.

Tulay Hatîmogullari, dawiyê ev titş got: “Divê hemû beşên civakê li dijî êrîş û zextên desthilatdariyê bi hevre li ber xwe bidin û bên gel hev, ji bilî vê tu alternatîfeke cuda tuneye.

Ger em di vê pêvajoyê de helwestek rast ne-girin, emê tu tiştî bi dest nexin.

An emê têbikoşin û qezenc bikin, an jî emê koletiyê bikin.

Jinên li Mexmûrê êrîşên li ser goristanan şermezar kirin

Welatiyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê jî êrîşên dewleta Tirk yên li dijî gorên şehîdan şermezar kirin û diyar kirin ku şêhîd wê ji bo wan her tim bibin hêza têkoşînê.

Medîna Hilalî, êrîşên li ser gorên şehîdan şermezar kir ê got:

Yên ku vê wehşetê dibînin û xwe bêdeng dikin em wan şermezar dikin. Dema ku em tên ser gorên zarokên xwe em pê dihesin ku em sax in.

Sarya Marînosî jî got em tu carî teslîm nabin. Em bi şehîdbûna zarokên xwe hê zêdetir bi doza xwe ve tên girêdan.

Back to top button