Berdevkê Komkara Ereban êrîşên Tirkiyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê şermezar kir û diyar kir ku êrîş tê wateya binpêkirina serweriya Iraqê.
Berdevkê Komkara Ereban Mehmûd Afîfî têkildarî bombebarana Tirkiyê ya li dijî Şengal û Mexmûrê ku di encamê de 7 kes şehîd bûbûn, daxuyaniyek da.
Mehmûd Afîfî êrîşên Tirkiyê şermezar kirin û wiha got:
“Êrîşên Tirkiyê yên li dijî Bakurê Iraqê li dijî serbixwebûna dewleta Iraqê ye.
Ev êrîş bi hiqûqa navnetewî û bi peywendiyên cîrantiya re nakok e.”
Berdevkê Komkara Ereban Mehmûd Afîfî her wiha da xuyakirin ku Tirkiye her timî hebûna Ereb paşçav dike û girîngiyê nade welatên Ereb.