“Ne alîkariyê didin û ne dihêlin em dikanên xwe vekin”

Li Başûrê Kurdistanê ji ber tomarkirina rewşên nû metirsiya zêdetir belavbûna vîrûsa corona, dewam dike. 

Ji ber metirsiya belavbûna vîrûsê, ji meha Adarê ve li Herêma Kurdistanê qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.

Bazar û cihên ku qerebalexî çêdibûn, hemû hatin girtin.

Hikumeta ku xwest kes dernekeve derve, mûçeyê karmendan jî neda wan.

Xwediyên dikan, kafeterya û cihên giştî jî li hember vê yekê ne razî ne.

Li bajarê Hewlêrê hîn jî gelek kafeterya dixwazin bi awayek asayî, deriyê dikanên xwe vekin hene, lê rê nayê dayîn werin vekirin.

Xwediyên kafeteriya û dikandar, dibêjin qedexe heye û hikûmeta jî ne alîkariya wan dike û ne jî dihêle ku dikanên xwe vekin.

Herî dawî jî duh li Hewlêrê 7 rewşên nû yên vîrûsê hatibûn tomarkirin.

Back to top button