Kampa Girê Spî di rojên cejnê de pêşwaziya 365 koçberan kir

Ji ber kiriyarên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên bakurê sûrî yên dagirkirî, 365 koçberî berê xwe dan Kampa Girê Spî.

Rojane bi dehan sivîl ji herêmên di bin dagirkeriyê de ji ber rewşa jiyanî ya xirab dihatin herêmên Rêveberiya Xweser dibin.

Endamê rêveber ê kampa koçberên Girê Spî Elî El-Xebîn diyar kir ku wan hemû tedbîrên tenduristiyê girtine û teqez kir ku ti vîrûs bi wan kesan re nîne.

Rêveberiya kampê di çarçoveya tedbîrên parastina ji vîrusa Corona 23’yê Adarê, pêşwazîkirina koçberan rawestan dibû.

Di kampê de zêdeyî 2 hezar 71 koçberên ji kantona Girê Spî hene.

Hêjaye bi bîr xistinêye ku Kampa koçberên Girê Spî di 22’yê Mijdara 2019’an de li bajarokê Til Semin li Bakurê Reqayê hate avakirin.

Back to top button