”Em zarokên xwe nakin qurbana qanûnên AKP’ê”

Endama Platforma Jinan ya Edenayê Pelîn Çîçek diyar kir ku qanûna efûkirina tecawizkaran nayê qebûlkirin û dibêje: “Dixwazin bi rêya zewicandinê tecawizkaran efû bikin, lê em rê nadin ku zarok bibin qurbana qanûnên AKP’ê.”

Qanûna înfazê ya ku ji hêla AKP û MHP’ê ve hat amadekirin ji meclîsê hatibû erêbikin û tê xwastin ku xalek din ya ku efûkirina tecawizkaran pêk tîne li meclîsê bê qebûlkirin.

Heger ev pêşnûme-qanûn bê qebûl-kirin zarok dê bi tecawizkarên xwe re bizewice.

Ev peşnûme-qanûn ji hêla rêxistinên jinan ve rastî bertek û nerazîbûnan hat.

Endama Platforma Jinan ya Edenayê Pelîn Çîçek bal kişand ser peşmûme qanûnê û got:

AKP bi polîtîkayên xwe yên paşverû êrîşê tevgerên jinan dike.

Niha qanûna înfazê di pêvajoyeke hesas de tîne rojevê.

Rêxistinên jinan baş dizanin ku ev pêşnûme bê qebûlkirin dê zirareke mezin bide civakê.

Pelîn diyar kir ku hikûmet tu carî dev ji polîtîkayên xwe yên paşverû berneda û wiha pê de çû:

Kesên êrîşkar, kujer û tecawizkar niha li kolanan digerin, bi tu awayî di vê pêvajoyê de jin nehatin parastin.

Dema qanûna îfazê hat qebûlkirin dixwastin qanûna zewicandina zarokên 14 salî jî bidin qebûlkirin, lê ji ber bertekan nehat rojeva meclîsê.

Pelîn Çîçek dawiyê destnîşan kir ku li welatê me hê jî pirsgirêka zewicandina zorakan ji holê ranebûye û dibêje:

Dê bi vê qanûnê bêtir zarok mexdûr bibin, em nahêlin ku zarok bibin qurbana qanûna AKP’ê ya êrîşa zayendî, em vê zîhniyetê qebûl nakin.

Back to top button